Azad Bedran – Eslîxan

Êşa nava’m giranî
Ferza tu pê nizanî
Ew Hekîmê Loqmanî
Ji derdêm nedî dermanî
Şêx û mellê me gunda
Liser serêm civiyane
Go lawiko bêkeso
Derdê te pir giran e

Oy eslixan eslixan
Derdek min xist pir giran
Way zalîmê bê wijdan
Ne dîn heye ne îman

Ez zanim tê li xwe xîne
Tê bê gidî min çikir
Aşiqê bejna te bûm lê
Te qîmeta min nas nekir
Aşiqê bejna te bûm
Te qîmetam nas nekir
Hesreta dîtina te bûm te
Xwe ser serêm mezin kir
Derdê min dîtina te bû
Dil êsîr te şah nekir

Gotin û Mûzîk: Sîracê Bêkes

Te jê hez kir? Tu dikarî li ser Patreonê piştgirîyê bidî Stranên Kurdî!
Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.