Aynur Doğan – Rojek Tê

dayê delala minê
hele bêje çawan î
destên bavo maç dikim
silav bo xuşk û bira

dayê dûrbûn dijwar e
doza welêt ji bîr nakim
dil dixwaze vegerim
çi bikim nikarim

kurê min bes e vegere
çavên me li rê qetiya
ez pîr bûme bavê te kal
tirş û tal e bo me jiyan
kurê min bes e vegere
li benda te me
ez heyran lê lê ez qurban dayê rojek tê
bê xem bê şer welat azad rojek tê
rojek ronahî rojek bi şahî rojek tê
bê xem bê şer welat azad rojek tê

Te jê hez kir? Tu dikarî li ser Patreonê piştgirîyê bidî Stranên Kurdî!
Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.