Axayo qurba

Axayo qurba ezê çûme Mûşê, Mûş titûne,
Bavê Koroxlî digere nava Mûşa şewitî bi feytûne,
Xwedê meriva eyane bejna bavê Koroxlî –
Serda çoxe, binda gulavtûne.
Li minê, li minê,
Axayo qurba, paşî bavê Koroxlî nemînim li dinê…
Axayo qurba çûme Mûşê serî têlê,
Ezê bazar bikim bavê Koroxlîra qutî dû dermanê vê simbêlê.
Perîşanê korê, şerrê nemayê xelqê unda kirye tekan û tûka,
Meyê unda kirye bavê Koroxlî, reyîsê êlê.
Li minê, U minê,
Paşî bavê Koroxlî nemînim li dinê…
Axayo qurba simbêle,
Surra sibê, bayê êvarê lê dixe simbêla bavê Koroxlî têl bi têle.
Perîşanê go: -Şerê nemayê, vê sibê gullekê berî bedena bavê Koroxlî dane,
Berê wî dane qulbê, pişta wî dane kendêle,
Lê minê, lê minê,
Axayo qurba, paşî bavê Koroxlî nemînim li dinyayê…
Got: Farizê Emer

Te jê hez kir? Tu dikarî li ser Patreonê piştgirîyê bidî Stranên Kurdî!
Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.