Awaz Baran & Tara Mamedova – Dilsoz

Lê keçê lê hevalê lo te digerim hemû derê
Tu jî li virî min bihîstî, min dizanî dil dizanî.
Lê keçê lê bedewê axa pîroz welatê rojê
Me kir doza azadîyê ez ba te me zanibe canê Lo xorto lo hevalo, min dizanî tûyê werî
Bayê dilê te hate rûyê min, biriqand herdû çavên min
Lo xorto lo şervano, keleşê ser milano
Doza me herda yeke destêx bide destêm cano Por reşê cav belekê, îro li vir erd hejîya
Ewir li ser min barîyan gava bi te ez hesîyam
Herdû çongên min lerizîn, dilêm bû agir şewitî
Te fedakir canê ciwan bo hebûna me hemîyan Erê heval ez birîndarim, tu neêşe xeman nexwe
Min veşêre di mebêza xwe de, wê dilê min bi tere bimîne
Destek gûlên azad bîne, dayne tu ser tirbamin
Wê ruhê min azad bibe, ezê li benda wan gulan bim Ev der axa min û teye, ev cih warê evîna meye
Tu car wexti em bernadin canê me ji bo te fedaye.

Te jê hez kir? Tu dikarî li ser Patreonê piştgirîyê bidî Stranên Kurdî!
Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.