Aslîka Qadir – Bejnê

Çil bejnîka lê hatibû derda,
Lê bejnê lê, bejnê lê, bejna kê,
Çil bejnîka lê hatibû derda,
Lê gelo lo zeryam ji mala kê.
Wez şabûna lê rabûm berda,
Lê bejnê lê, bejnê lê, bejna kê,
Wez şabûna lê rabûm berda,
Lê gelo lo zeryam ji mala kê.
Min vê bejnê lê têr xeberda,
Lê bejnê, bejnê lê, bejna kê,
Min vê bejnê lê têr xeberda,
Lê gelo lo zeryam ji mala kê.
Ez vê bejnê lê mame tima,
Bejnê lê, bejnê lê, bejna kê,
Wez vê bejnê lê mame tima,
Gelo zeryam ji mala kê.

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.