Aşiq Kamil – Zerîyê Heyran

Zerî heyran, meşiyane delal bedewê, li seyranê,
Xelqê delal derketiye lo vê seyranê,
Wê hilkişiyane çiya û baniya bi lo bi zozanê, bi lo zerî heyran.
Wê bigerin mêrgê bi lo van çimeniyan,
Hêşîn dikin tevî gulê bi lo van rihana, lo vana te go,
Delal de tu were em ê herin nav zeriya,
Em ê bikin henek, kêf û bi bi lo laqirdiya lo vana te go,
De tu were ramûsanekê wê li min kerem ke,
Destê mi da ad û qerar bike dê û bavê lo xwe ra nebê, ji lo berî emrê,
De tu were destê mi da ad û qerar bide dayik û bavê lo xwe ra nebê, lo Zerî
heyran.
Zerî heyran, derdê bi dila bi lo ez danîme,
Tu bixwe çiyan î bi lo ez kanî me, lo vana te go,
Tu ehdîn î lo ez benî me,
Tu bi xwe gul î ez miştêrî me lo Zerî heyran.
Usta Kamil lo saz dixînim,
Cim’etê ra gula tînim.

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.