Armanc – Dengê Azadî

Em ê qet nerevin ji meydan piştî me da ewqes qurban
Bi hêz diçin li ser neyar ne li me çiya û ne jî bêyar
Dijmina em pelax di bû me ji xwe re digot ma ka namûs ?
Êdî va ye em ra dibin ne li me xew e û ne jî qabûs
Me çêkirne sazi yê xwe serbilind in bi şervanên xwe
Jiyan ji mere her govend e heta xelaskin axa xwe

Ev doza me ne ji mer tenê azadiya miletan e
Em mirovin em ne hovin ev şerê bindestan e.
Pêşengî partiya me ye kurdîstan warê me ye
Tu millet namîne bindest wekhevî soza me ye.
Em ê bighin vê doza xwe çi bi xweşî çi bi şer
Va ye dengê azadiyê ji rojava tê ye der

Gotin û Muzîk: Armanc

Te jê hez kir? Tu dikarî li ser Patreonê piştgirîyê bidî Stranên Kurdî!
Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.