Yar yar û yara rez
Dudu hatin bi lez û bez
Yek Çaçan e, yek Çerkez
Yek rezvan e çû ber rez
Yara yara Boşatî
Bejin û bala şimşatî
Li serî zêrê Reşatî
Li ser çavê min hatî
Yar yara Zinzinî
Dest û milê bazinî
Tu bi xizêma mezin î
Bimir î bijî ya min î
Yara mi çi biçûk e
Hene dest û neynok e
Kî çi zane ku bûk e
Xelqê ji te ra zarok e
Yar yara Hundirofî
Tu li serî şal û kofî
Çi bitirs î, bixof î
Bextê mi ra, bûy sofî
Gotin: Dîkran Melîkyan
Muzîk: Aram Dîkran