Aram Tîgran – Yara Min a Bedew e

Yara min a bedew e
Çav reş e sing sedef e
Yar ez wa nakim
Memikê narê min wisa ne
Mîna sêv û hirmiyan e
Agirê dilêm vêsîne
De tu were ba min

Yara min a bilind e
Çav reşê gula gund e
Yar ez wa nakim

Birûyê(biriyê) yarê qeytan e
Eniya kever meydan e
Agirê dilêm vêsîne
De tu were ba min

Yara min a qeşeng e
Şara serî heft reng e
Yar ez wa nakim
Dêmê narê sorgulî
Kesk, sor û zer xemilî
Agirê dilêm vêsîne
De tu were ba min

De tu rab(e) were li ba min
Te ez boy xwe helandim
Yar ez wa nakim
Qeşeng, çavreş bedewê
Porsorê pencê tavê
Agirê dilêm vêsîne
De tu were ba min

Ez nexweşê bedhalim
De tu were ber pala min
Yar ez taw nakim
Derdê dil de dinalim
Gulsosina dewra min
Agirê dilêm vêsîne
De tu were ba min

Gazî dikim deyn nakî
Derd û kula tev radikî
Yar ez wa nakim
Nazdarê naziya meke
Soz qirarê me yeke
Agirê dilêm vêsîne
De tu were ba min

Delala min çima ditirsî
Ne wez xort im û tu qîz î?
Yar ez taw nakim
Wextê daweta me ye
Dinya alem şade ye
Agirê dilêm vêsîne,
De tu were ba min

Gotin û Muzîk: Îşxanê Aslan

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.