Aram Tîgran – Xurbetê

Wey xurbetê, wey xurbetê
Wey xurbetê qeda li te ketê
Ji xweşiya te şa nebûm
Nema baweriya min bi te tê

Wey xurbetê meke meke
Mal û malbata tu xerab meke
Em ji welatê xwe dûr ketine
Wele havîna te me germ nake

Wey xurbetê malî ne ava
Tu car li ne nakim tu silava
Hêsir di çavan de neman
Wa em kor bûne bi her du çavan

Gotin: Fatma Cizîrî
Muzîk: Aram Dîkran

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.