Aram Tîgran – Wexta Yara Min Nîşan Kirin

Wextê zeriyam nîşan kirin,
Derê birîna mi vekirin,
Birîn tije xwêy dikirin,
Derman çare pê nedikirin.
Derdê dila wê çewa be,
Dil kafir e, ray pê nabe,
Eşqa dila betal nabe,
Gelo halê min çewa be.
Wextê zeriyam nîşan kirin,
Derê birîna mi vekirin,
Birîn tije xwêy dikirin,
Derman çare pê nedikirin.
Çi kanîke win kickicî,
Cotê kewa lê xaricî,
Xwezla mi bi wî xortî bûye,
Ew bi dilê xwe zewicî.
Wextê zeriyam nîşan kirin,
Derê birîna mi vekirin,
Birîn tije xwêy dikirin,
Derman çare pê nedikirin.
Derdê dila kes nebîne,
Gelê meriya dizêrîne,
Dil ku ketê çare nabe,
Di tu dîna nahebîne.
Wextê zeriyam nîşan kirin,
Derê birîna mi vekirin,
Birîn tije xwey dikirin,
Derman çare pê nedikirin.

Te jê hez kir? Tu dikarî li ser Patreonê piştgirîyê bidî Stranên Kurdî!
Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.