Aram Tîgran – Van Kulîlka

Van kulîlka, van nazika, van bedewê çiyayê me
Îro ez ê bax kim ji xwe ra û bişînim mala we.
Avde nehêl biçilmise, bi wê tasa destê xwe,
Min ewana nav çiya da bi hêsira avdaye,
Van kulîlka, van nazika, van bedewê çiyayê me
Îro ez ê bax kim ji xwe ra û bişînim mala we.
Wana hiz ke, wana paç ke, wana geş ke mîna min,
Nava wan da bipirs li ce ez dilê xwe dêşînim.
Van kulîlka, van nazika, van bedewê çiyayê me
Îro ez ê bax kim ji xwe ra û bişînim mala we.
Ewana ne bê gav saet mira heval û hogir,
Ewana ne melhem dikin şewata dil û agir.
Van kulîlka, van nazika, van bedewê çiyayê me
Îro ez ê bax kim ji xwe ra û bişînim mala we.

Te jê hez kir? Tu dikarî li ser Patreonê piştgirîyê bidî Stranên Kurdî!
Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.