Aram Tîgran – Tûzik

Tûzik li ser ava ye,
Av li biniya mala ye,
Pîr nexweş e bela ye,
Tûzik dermanê dila ye.
Baranê rêşrêş e,
Kî nexweş e zef dêşe,
Tûzik jê ra bipêje,
Tûzik dermanê dilêş e.
Tûzik li ser ava ye,
Av li biniya mala ye,
Pîr nexweş e bela ye,
Tûzik dermanê dila ye.
Pîrê rabû ser piya,
Gazî kire gundiya,
Emaneta tûzikê,
Tûzik heyata hemiya.
Tûzik li ser ava ye,
Av li biniya mala ye,
Pîr nexweş e bela ye,
Tûzik dermanê dila ye.
Riya tûzik ne dûr e,
Gola wê jî ne kûr e,
Tûzik bendikê hûr e,
Derman e bêqisûr e.
Tûzik li ser ava ye,
Av li biniya mala ye,
Pîr nexweş e bela ye,
Tûzik dermanê dila ye.
Keçik çûne tûzikê,
Xorta çûne mendikê,
Dest avêtin mendikê,
Avê avête navikê.
Tûzik li ser ava ye,
Av li biniya mala ye,
Pîr nexweş e bela ye,
Tûzik dermanê dila ye.

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.