Aram Tîgran – Te Ez Dîn Kirim

Keçê te bi wê dîndara xwe
Dîndara xwe te ez dîn kirim
Hûb hezkirin min nizanbû
Min nizanbû, te ez hîn kirim

Bi çav bi birûwa, bi ken û fena
Bi ken û fena bengî kirim
Boy nefsa xwe ji hevalan
Ji hevalan, kovî kirim

De zû were ev dil sar e
Ev dil sar e li min kar ke
Kurk ebayê hizkiriyê xwe
Hizkiriyê li min barke

Te digo bêy te dinya boş e
Dinya boş e û betal e
Çima wisa tu bêbext î
Tu bêbext î, te ez bîr kirim.

Muzîk: Aram Dîkran

Te jê hez kir? Tu dikarî li ser Patreonê piştgirîyê bidî Stranên Kurdî!
Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.