Aram Tîgran – Şev Çû

Tenê hiştim ay dil, îşev çima çû,
Wî ez kuştim ay dil, îşev çima çû,
Rabe pey kev ay dil, zû wî werîne,
Te ez li vir hiştim ay dil, îşev çima çû.
Şev çû ma tu êdî hew tê lo,
Ez ranazêm kengî bê te xew tê lo,
Xanî bûye zîndan tê da ranazêm,
Te ez kire pîr û nalîn tu hew tê lo.
Te ji min dil bir carek, mi ji ter nedigo
na,
Te rû bi kul kir carek, mi ji ter nedigo
na,
Çima îro tu ji mi xeyîdiye,
Te bi mi çi dikir carek, mi ji te ra ne-
digo na.
Şev çû ma tu êdî hew tê lo,
Ez ranazêm kengî bê te xew tê lo,
Xanî bûye zîndan tê da ranazêm,
Te ez pîr kir qîr û nalîn tev tê lo.
Ay dil ay dil, ma kes nîn e mîna wî,
Ê ji bûyî çi tim dilxwazê dîna wî,
Ax dema destên li bin serê mi,
Li min xweş tê gelek hilm û bîna wî.
Tenê hiştim ay dil, îşev çima çû,
Wî ez kuştim ay dil, îşev çima çû,
Rabe pey kev ay dil, zû wî werîne,
Te ez li vir hiştim ay dil, îşev çima çû.
Şev çû ma tu êdî hew tê lo,
Ez ranazêm kengî bê te xew te lo,
Xanî bûye zîndan tê da ranazêm,
Te ez kire pîr u lalî tewtêlo.
Dilê mi jî te dixwaze bibîne,
Tu bi dûr ketî çavê min te nabîne,
Çima roja eşqa hew qa kin bûne,
Lê ev şîna dil jî her tim namîne.
Tenê hiştim ay dil, îşev çima çû,
Wî ez kuştim ay dil, îşev çima çû,
Rabe pey kev ay dil, zû wî werîne,
Te ez li vir hiştim ay dil, îşev çima çû.
Şev çû ma tu êdî hew tê lo,
Ez ranazêm kengî bê te xew tê lo,
Xanî bûye zîndan tê da ranazêm,
Te ez kirim pîr û kal tu hew tê lo.

Te jê hez kir? Tu dikarî li ser Patreonê piştgirîyê bidî Stranên Kurdî!
Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.