Sergovendê milanî
Lawno lêxin xirpanî
Tu rih î, rih î can î
Te zû kêfa min anî
Govend mala bava ye
Serê govend zava ye
Govend heqê zava ye
Ev qa qelen tê de ye
Govendê lemelem e
Kirasê bûkê Felem e
Zava gelek bêxem e
Bûk êvarê li cem e
Çi govendek bideng e
Kirasê bûkê heftreng e
Bûkê derxin dereng e
Bîna zavê zaf teng e
Çûme govendê carek
Hatim dîlanê carek
Min hine anî barek
Bûk li zavê bimbarek
Gotin: Dîkran Melîkyan
Muzîk: Aram Dîkran