Aram Tîgran – Sarîna Min

Sarîna min zêrîna min
Megirî dayik bi heyranê
Razê boy zû mezin bibî
Kalo te bibe seyranê

Xezalokê delalokê
Emirê wê bû çil rokê
Şîr û şekirê li ser nokê
Şirînê şemamokê

Sarîna min keça bavê
Bi heyrana wê çavê
Helal kin bi mêron û avê
Lê bimbarek kin wê navê

Sarîn keça Ermeniya
Fêkiyê sêv hirmiya
Gulçîçeka li dor kaniya
Hingiv qaymaxê miya

Gotin û Muzîk: Aram Dîkran

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.