Lê lê rihê…. rihê min î
Tu şirîkê emirê min î
Tu şilika mala min î
Rihê min
Bi şev bi ro wez xew nakim
Qêmêş nabim te şiyar kim
Ji eyib û şerma wez dey(ng) nakim
Rihê min
Lê lê rihê rihê min î avê bîne, wezî tî me
Tu nanpêj î wez birçî me, rihê min
Lê lê rihê, rihê min î, tu kevoka ser hêlînê
Kelekela vê havînê, rihê min
Lê lê rihê xew şêrîn e
Eşiqa dila tim qewîn e
Xewa giran direvîne rihê min
Xewê şeva mi hesret e
Can razaye rihnubet e
Derdê dila ne rihet e, rihê min
Gotin: Dîkran Melîkyan
Muzîk: Aram Dîkran