Aram Tîgran – Qîza Kurda

Nava hezara,
Ew qey xezal e,
Baxça da gul e,
Mirazî dil e.
Gelo ew kî ye,
Ji çi eslî ye,
Şede esman e,
Qîza kurdan e.
Ew gerdenzer e,
Enî gever e,
Lêvna narîn in,
Dişewitînin.
Gelo ew kî ye,
Ji çi eslî ye,
Şede esman e,
Qîza kurdan e.
Bejna zirav e,
Sondil hinav e,
Birû kevan in,
Çav tîrê wan in.
Gelo ew kî ye,
Ji çi eslî ye,
Şede esman e,
Qîza kurdan e.
Lê çaxê şer be,
Ese wê şêr be,
Talî dinê bim,
Qurbana wê bim.
Gelo ew kî ye,
Ji çi eslî ye,
Şede esman e,
Qîza kurdan e.

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.