Gelî cimaeta Kurdan, îro rewşa ku hûn tê de ne, ji do hîn zanetir,
bihêztir û yekîtiyek hîn xurtir hûn dijîn. Ev pêşkeftin ji bo serkeftina
gelê Kurdistan cara yekemîn e ku hûn serî hildidin û xwedî li pêşengiya
xwe û şehîdên xwe derdikevin. We gelek mêrxas, fêris, egîd û qehreman
ji bo serxwebûn û azadiyê dan û hîn jî didin. Ew ji we re bûn bîr û
bawerî, bûn ronahiya rizgarkirina nîştiman. Ez hêvîdar im hûn ê li dû
rêya rast, rêya hêja, pak a partiya xwe, serokatiya xwe ber bi welatekî
demkoratîk, yekhev û serbixwe bi serê xwe yê çekdarî bigîjin heq û mafê
xwe.
Dilê Aram Dîkran jî wê her fireh û geş bibe, bi dostanetiya xwe
yî germ her li ba we be. Ez van kasetên xwe ji bo bibîranîna şehîdên
azadiyê Mazlum, Egîd û hevalên din pêşkêşî we gelê Kurdistanê dikim.
Ax heval, xweş heval Mazlum şêrê Kurdistan
Bû şehîdê welat, mêrxas pilingê cîhan
Xweş heval Mazlum, ey Mazlum
Ceger ji polat bûyî, çi serbest û piling
Tim jîr û zane bûyî
Berxwedan şev û roj tim û tim karê te bû
Serxwebûna welat, xwestin û doza te bû
Mizgîn li wan şehîdan, bidin Kurd û Kurdistan
Dijminan, kedxwaran, em êdî nayên xapan