Aram Tîgran – Leylikê

Leylikê leylikê bi leylikê leylanê,
Keçik xweşik e, bi dayikê heyranê,
Min awir danê li bi leylikê leylanê,
Çavî bazdanê bi dayikê heyranê.
Govend li eywanê bi leylikê leylanê,
Girtin li meydanê bi leylikê leylanê,
Hemû bi çokanê bi leylikê leylanê,
Girtin dîlanê bi dayikê heyranê.
Govend geriya bi leylikê leylanê,
Kêf hat hemûya bi dayikê heyranê,
Keçik keniya bi leylikê leylanê,
Xort tev kişiyan bi dayikê heyranê.
Govend zivirî bi leylikê leylanê,
Keçik beşirîn bi dayikê heyranê,
Xorta bihurî bi leylikê leylanê,
Şerm kir beşirîn bi dayikê heyranê.
Govend meydanê bi leylikê leylanê,
Gulê û canê bi dayikê heyranê,
Girtin dîlanê bi leylikê leylanê,
Ketin xweydanê bi dayikê heyranê.

Te jê hez kir? Tu dikarî li ser Patreonê piştgirîyê bidî Stranên Kurdî!
Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.