Aram Tîgran – Kurê Min

Tu berxa min, stara min
Ax kurê min, kurê min
Tu melhem û buhara min
Ax kurê min, kurê min

Hişiyar dibim te bîr tînim
Ax kurê min, kurê min
Xewnê de jî te dibînim
Ax kurê min, kurê min

Ji kenê te gul vedibe
Ax kurê min, kurê min
Şevê tarî sibe dibe
Can kurê min kurê min

Tu hêstira nebarîne
Ax kurê min, kurê min
Ji hêsira dilbirîn e
Ax kurê min, kurê min

Gotin: Mîkayêlê Reşîd
Muzîk: Aram Dîkran

Te jê hez kir? Tu dikarî li ser Patreonê piştgirîyê bidî Stranên Kurdî!
Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.