Aram Tîgran – Kurdistan Tu Delal î

Kurdistan tu delal î
Bejina zirav şepal î
Ji partîzan re mal î
Bilbil ser te dinalî

Kurd in xwediyê doza te
Dîlanê digirin li ser te
Bi hezaran şehîdên te
Xwîn rijandin ji bona te

Navê te pir şêrîn e
Serê neyar dêşîne
Ji destê mêrxasên te
Dijmin axîn dikişîne

Navê te wê Kurdistan be
Kêngê be wê azad be
Ala rengîn li jor be
Dilê me wê bi te şa be

Gotin: Seyîd Xan
Awaz: Aram Dîkran

Te jê hez kir? Tu dikarî li ser Patreonê piştgirîyê bidî Stranên Kurdî!
Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.