Aram Tîgran – Kurdistan Şêrîn e

Kurdistan şêrîn e welatê me ye
Ew barê giran e, tim para me ye
Rast e mirin kuştin li pêşiya me ye
Lê serxwebûna welat li hêviya me ye

Rabin dest bavêjin, rext û tifinga
Êriş bikin wekî şêr û pilinga
Dijminan derxin, zorê bidin bi denga
Tim herin pêş, bi dest û dev û lingan

Bi tanka û topa bikin êrişa
Girê din her çar dora xwe terîşa(tiraşa)
Tev de hûn in, hûn in xweş kin van tîşa
De werin em bi hev re derman kin êşa

E(z) ji gelê Kurdan gelek hêvî me
Boy şoreşê, bi dil û can rêwî me
Rast e ez ne tî me û ne birçî me
Lê ji boy welatê xwe re mirî me

Muzîk: Aram Dîkran

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.