Aram Tîgran – Hatim Hatim Hayastan

Hatim hatim Hayastan
Gelek xweş e Êrîvan
Gelek xweş e Aboviyan
Kê bawer kir roja han

Wetenê me bi xêr e
Tev zîv e temam zêr e
Şixulkar jin û mêr e

Gul û çîçek heyat in
Şixulkar dişewat in
Tev xwende, ebûqat in

Em tevayî şerqî ne
Bi esil Ermenî ne
Li ser weten mirî ne

Ti li şahî û neimetê
Ti li xêrê û xêbetê
Saya serê Sovyetê

Şixulkara şixulîn
Av û kanî xulxulîn
Hayastan zû kemilî

Gotin: Dîkran Melîkiyan
Muzîk: Aram Dîkran

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.