Bi xeml û rewş e,
Şîrîn û xweş e,
Zimanê kurdî.
Bi xweş awaz e,
Letîf û naz e,
Zimanê kurdî.
Bi xeml û rewş e,
Şîrîn û xweş e,
Zimanê kurdî.
Kewkeb çiya ne,
Kubra teyran e,
Zimanê kurdî.
Bi xeml û rewş e,
Şîrîn û xweş e,
Zimanê kurdî.
Beyta Feqî ye,
Sewda Xanî ye,
Zimanê kurdî.
Bi xeml û rewş e,
Şîrîn û xweş e,
Zimanê kurdî.