Aram Tîgran – Gulbinaz

Gulê me gulbinaz im
Xemla gerdena gaz im
Serbilind serfiraz im
Serxwebûnê dixwazim

Gulê me gulbibîn im
Çîçeka baxçê şîn im
Derd û kula dicivînim
Ji dijmin re dişînim

Gulê me gulrengî me
Bêkes nîn im, bixwedî me
Welatê min jî heye
Ez biwar im bicî me

Ez gula nav gunda me
Bêrîvana mala me
Azadiyê dixwazim
Bi Kurdistana xwe şa me

Gotin û Muzîk: Aram Dîkran

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.