Aram Tîgran – Feqîr Ban Kir

Bilind û rind çavreşa min
Bejina te mêjî bir ji min
Ew bejin û bala va delal
Bi meş re were cem min

Feqîr ban kir nayê malan
Te lê xist rengek ji milan
Ew agir û şewata te
Xwe berda gurçik dilan

Tu neyê ez ê dîn bibim
Bêhal û bêhuner bibim
Ji ber evîna tey delal
Bêxweda û bêhêvî bibim(bim)

Ez bîn kim ew guliya mor
Maç bikim ji lêva te ya sor
Bejina te wekî kulîlkan
Tev de gewr û kesk û sor

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.