Aram Tîgran – Felek

Felek ji boy te çi bêjim?
Ji gotinên xwe gêj im
Bixwazî ger nexwazî
Ez ê van gotina tim û tim bêjim

Derdê Kurdan giran e
Lê tev şêr û bira ne
Xwîna xwe pir rijandin
Xwedî ber çava ne
Bi nav û nîşan e

Em ku bi çengê ba kin
Benzîn bi agir dakin
Divê ku em herne şer
Kedxwara, dijmina ji hev du belakin

Ew ê derba bibînin
Dê zû ji welêt bikînin
Gava ku heq nedine me
Em ê agirê gor li(bi) ser de bînin

Vaye Keleş hewar e
Şev û roj kar û bar e
Şer bi dijmin dikeve
Tim, her wext, tim, her dem bi qal û bar e

Gotin: Seydayê Keleş
Muzîk: Aram Dîkran

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.