Aram Tîgran – Ey Kelha Mêranîyê

Ey kelha mêraniyê, Diyarbekira şêrîn î
Bi salan û bi qurnan, zulim û zorê dikişînî

Roj roja mêraniyê ye, roja namûs rûmet e
Zincêrê dest û lingan, rojek wê bê biqete

Dayikê şêr û şehîdan, bi salan we li ber xwe dan
We feda kir rih û can, boy azadiya Kurdistan

Partîzanên me Kurdan, çek û sîlah wan hildan
Xwe berdane nav çiyan, êriş dikin dijminan

Gotin: Şervanên Azadiyê
Awaz: Aram Dîkran

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.