Aram Tîgran – Ew Meşa Te

Ew meşa te yî xweş ez kuştim
Bi dil ax û ax im
Birîndarê çavê te me
Ji te pê ve derd naxwim
Birîndarê çavê te me
Bi ax û ax im

Wek hiv û roj diçirmisî
Roki min napirsî
Miriyê te me, bi saxitî
Le ez boy te sax im

Ez nexweş im were carek
Lêvên sor derman ke
Boy te dil û ceger û can
Wez ê boy te raxim

Ez sax im lê miriyê te me
Ji te re baxçe û bax im
Bide xatrê Xûdê
Were em şerabê vexwin

Gotin û Muzîk: Aram Dîkran

Te jê hez kir? Tu dikarî li ser Patreonê piştgirîyê bidî Stranên Kurdî!
Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.