Dilo henûno lo dilo,
Dilo melûlo lo dilo,
Dilo şewitiyo lo dilo,
Dilo melûlo lo dilo, lo dilo.
Ev dilê min î bi delalî,
Çima ji kezebê dinalî,
Ji eşqê ketime vî halî,
Ji eşqê ketime vi halî, lo dilo.
Ew dilê min î çi bi zîz e,
Kewa min gozel e qîz e,
Serê govendê dileyîze,
Serê dîlanê dileyîze, lo dilo.
Dilo henûno lo dilo,
Dilo melûlo lo dilo,
Dilo şewitiyo lo dilo,
Dilo melûlo lo dilo, lo dilo.
Ev dilê min î bi delalî,
Çima ji kezebê dinalî,
Ji eşqê ketime vî halî,
Ji eşqê ketime vî halî, lo dilo.
Ev dilê min î çi xirab e,
Ew ê çêbe çare nabe,
Eger fermana min rabe,
Ew ê mexseda xwe şa be, lo dilo.
Dilo henûno lo dilo,
Dilo melûlo lo dilo,
Dilo şewitiyo lo dilo,
Dilo melûlo lo dilo, lo dilo.
Ev dilê min î bi delalî,
Çima ji kezebê dinalî,
Ji eşqa ketime vî halî,
Ji eşqa ketime vî halî, lo dilo.