Fikra ez birim çiyayê me
Dîtina werga mala me
Warê bav û kalê me
Wê çawa bû halê me
Mi dî bêriya pezê me
Tendûra bin hêwşa(hewşa) me
Dewsa çît û perdê me
Navnîşanê mala me
Konê me yî (çi) mezin bû
Pêncstûnî du rêz bû
Li ser riya û dirba bû
(Ji) boy mêvana star bû
Pêşiya kon de kulîn bû
Rex kulînê stêr bû
Ew jî quliba malê bû
Dua du rizga lê bû.
Axlê dîwêr pişt kon bû
Koza berxa li rex bû
Tewla hespê wan dûr bû
Fêza mexelê pêz
Gotin: Ehmedê Gogê
Muzîk: Gelêrî