Aram Tîgran – Bilbilo

Hey lê lê wayê birîndaro bilbilo,
Wê bayê lêxist hêlîn tev xera kiro,
Perîşano de sêwiyo mihaciro,
Tu bi hesreta hêlîna keviro.
Bilbilê reben gune ye nalînîn e,
De xema şalûr e ji xwe ra xweş dixwîne,
De derdê bilbil ne qefesa zêrîn e,
Wetanê xwe ra bi kul û birîn e.
Ax lê wayê birîndaro bilbilo,
Wê bayê lêxist hêlîn tev xera kiro,
Perîşano de sêwiyo mihaciro,
Tu bi hisreta hêlîna keviro.
Hey lê lê wayê, oy oy li min felek,
Te çima anî li serê bilbilê perr belek,
Te gelek tofan hatin gelek û gelek,
Bilbilê reben bû mîna kelek.
Ax lê wayê birîndaro bilbilo,
Wê bayê lêxist hêlîn tev xera kiro,
Perîşano de sêwiyo mihaciro,
Tu bi hesreta hêlîna keviro.
Hey lê lê wayo birîndaro ax û ax,
Tu çima mayî wisa bê dar û şax,
Tu reben î, gune yî, ax sêwî yî,
Starê te tune tu bê cî yî.
Ê lê wayê birîndaro bilbilo,
Wê bayê lêxist hêlîn tev xera kiro,
Perîşano de sêwiyo mihaciro,
Tu bi hisreta hêlîna keviro.

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.