Aram Tîgran – Beho

Beho keçek Ermenî, lê Beho
Birû hilda û kenî, lê Beho
Boy min digo: vir da wer, lê Beho
Min go: belê ez benî, lê Beho

Diya Beho Suryanî, lê Beho
Dil nava dil dadanî, lê Beho
Ji wê rojê em bûn heval, lê Beho
Mi qîma xwe pê anî, lê Beho

Keleş Beho dixwazî, lê Beho
Kî razî, kî nerazî, lê Beho
Heta ku sax im ba kim, lê Beho
Bikim hawar û gazî, lê Beho

Ew Behiya Suryanî, lê Beho
Me dil bi hev re danî, lê Beho
Êvarê me hev du dî, lê Beho
Sibe zû wê em anî, lê Beho

Ax û yeman lê yeman, lê Beho
Hingiv qeymaxê miyan, lê Beho
Beho digere li serê çiya
Wê zû bînin dilkê min êşiya

Gotin: Seydayê Keleş
Muzîk: Aram Dîkran

Te jê hez kir? Tu dikarî li ser Patreonê piştgirîyê bidî Stranên Kurdî!
Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.