Aram Tîgran – Ay Dîlberê

Li baxê min bû zivistan
Ay dîlberê dêm gulistan
Çilmisî gul bax û bostan
Wêran ez im malêm xirab

Ay dîlberê qe menale
Feqiyê Teyran êdî kal e
Nexweşekî pir bê hal e

Tu him gul î him rihan î
Tu him derd î him derman î
Him hekîm î him Loqman î
Wêran ez im malêm xirab

Ay dilberê da tu zanî
Kulîlk vebûn çiya û banî
Bilbil pirs kir: Feqî kanî?
Wêran ez malêm xirab

Sîpan ji navê j’te re tenê
Xalek ji xala gerdenê
Te ez dîn kirim berdam dinê
Wêran ez im malêm xirab

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.