Aram Tîgran – Almast

Almasta min ji dersê tê,
Dersdara min ji dersê tê,
Ji dersê tê ha ji dersê tê,
Delala min ji dersê tê.
Çavreşa min kewkubar,
Birî giştî û bû dersdar,
Ew ê girtî zaf hez kir,
Xwendina bilind xelas kir.
Almasta min ji dersê tê,
Dersdara min ji dersê tê,
Dersê tê ha ji dersê tê,
Delala min ji dersê tê.
Şiva biriyê bû qelem,
Destê nazik bû melhem,
Teşîrêsê bû dersdar,
Bêrivan bû derbedar.
Almasta min ji dersê tê,
Dersdara min ji dersê tê,
Dersê tê ha ji dersê tê,
Delala min ji dersê tê.
Dersdara zimanê dê,
Dastana zimanê dê,
Qelem hilda dest pê kir,
Xebera pêşîn wa lê kir.
Almasta min ji dersê tê,
Dersdara min ji dersê tê,
Dersê tê ha ji dersê tê,
Delala min ji dersê tê.
Lawik biçûk e delal,
Hînbûna renga şeman,
Gerek hiz kin xwendinê.
Şahrezar kin rû dinê
Almasta min ji dersê tê
Dersdara min ji dersê tê
Dersê tê ha ji dersê tê
Delala min ji dersê tê

Te jê hez kir? Tu dikarî li ser Patreonê piştgirîyê bidî Stranên Kurdî!
Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.