Aram Serhad – Zor e

Zor e dayê, xerîbî zor e, xerîbî zor e
Dayê tenê mame
Destê komên kotî
Bavo tenê mame
Destê komên kotî
Çi bikim sebra min nayê
Dilê min xwîn digirî

Zor e dayê zor e, xerîbî zor e
Zor e bavo zor e, xerîbî zor e

Ez hez nakim ji xerîbîyê
Ne cîhê min lê heye
Ne hez kirîyê min
Li pê te hatim vira
Ku ez bimrim
Bi axîn û bi hesret
Bila li te be
Ah û gunehê min
Bê kefen min deynin ser çîyayê bilind
Da bikîje bedena min
Behn û bayê welatê min

Dinya fanîye, her tişt derewe
Bê berzede bûye, camêr ne maye

Zor e dayê zor e, xerîbî zor e
Zor e bavo zor e, xerîbî zor e

Te jê hez kir? Tu dikarî li ser Patreonê piştgirîyê bidî Stranên Kurdî!
Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.