Aram Marangulyan – Suyît

A hey wî wî, dicirîne, dicirîne, dicirîne,
Emer Axa şûrekî dirande tîne,
De wê êla Kîka, Mila dicivîne,
Fîncana qawê ser taxima zilfê zêr datîne,
Divê kê fîncana qawê hilîne ser simêla pale pûla welgerîne,
Wê here Erebistanê Bêcanê bîne, Perîşanê helaliya Xwedê bistîne,
Hey wî wî, ax hey wî wî, hey wî wî,
Şêrê mi nezan in, ne bîlan in, hey wî wî.
A hey wî wî,
Emer Axa bira xêrê nevîne,
Gênim biçîne, zîwanê dewsê hilîne,
De bira dergûşa kurîn ber hemêza xwe nevîne,
Çawa xwarziya ser xala da bi şev dişîne,
Şerê xal û xwarziya wisan e, bi notla derdekî bê derman e,
Hey wî wî, ax hey wî wî, hey wî wî,
Şêrê mi nezan in, ne bîlan in, hey wî wî.
A hey wî wî,
Kero digo dayê, han e bi mi han e,
Dayê han e bi mi han e,
Bes e mi xewan danane,
Min ê kevirê çeqmaqa daniye koka biran e,
Min ê yek şandiye seva loman e,
Bira nevêjin Werdeka dê xew, bê xem e, bê xwedan e,
Hey wî wî, şêrê mi nezan in, ne bîlan in, hey wî wî.

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.