Em in xwedîyê dîrokê ne
Şer û ceng e li welatê me
Rabin hemû rabin bi hev re
Werin hevalno raperîn e
Lo lo lo lo Kurdistan wêran e lo
Lo lo lo lo Çîya me bang dike lo
Hewara Dersim û Koçgirî
Qêrîna Zîlan û Agirî
Berxwedana Mahabad û Kobanê
Nalîna Şengala birîndarî
Lo lo lo lo Kurdistan wêran e lo
Lo lo lo lo Çîya me bang dike lo
Em ê bigrin tola şehîdan
Her yek dibin ji te re canfeda
Em nahêlin di dest neyaran da
Rizgar bikin ji bin destan
Lo lo lo lo Kurdistan wêran e lo
Lo lo lo lo Çîya me bang dike lo