Ji dîrok a Arî´yan ve ez têm
Bi serbilindî ez jîn dikim
Ji agir û rojê hêz digrim
Kurd im ez kurd im serbilind im
Zilm û zordarî qebûl nakim
Sînoran rakim, tarûmarkim
Ala berxwedanê ezê rakim
Kurd im ez kurd im serbilind im
Ji axa welatê şehîda me
Nevîyê şêr û egîda me
Kelema çavên neyara me
Kurd im ez kurd im serbilind im