Agît Işık – Were Hafa Min

Ji roja ewil kifşbû ji xwe
Wê rojên bê te wiha
Bê tahm û bê miqam
Giran û bê qam bûya

Ne dil davêje seyran
Ne şahî dipirse li vî dilê
Êdî hew têne ser ziman
Newa û leyla

Were hafa min
Pirs bike rewşa min
Kêyf û halê min xweş bike
Hal û wextê min baş bike
Mala me ava bike
Li navenda rihê min

Wa ji vir jî têye xuya
Roja tu werî wek berê
Tevlî hişek pak
Û bi dilek safî

Wê her roj bibe seyran
Şahî wê kêm nebe ji dilê’m
Êdî hew wê bikeve ji ziman
Newa û leylan

Were……

Gotin û Mûzîk:Agît IŞIK

Te jê hez kir? Tu dikarî li ser Patreonê piştgirîyê bidî Stranên Kurdî!
Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.