Agît Işık – Wêneyekî Qufilî

Heyvê melûl melûl diteyîse
Ewrên tolaz dilerizin li jor
Nîvkenekî xwe berdide li ser lêvê
Ji civîneke xembar a li bajêr

Berfê dîl girtîye çarmedor
Gur kişyaye nav qalikê xwe
Heke ne ji vîzevîza bagera cirnexweş bûya
Wê dengê hilma we bihata bihîstin

Di nûçeyên sibeheke reş de
Qufilîn wêneyên dusibehê

Ji cîyê xwe rabû berê xwe da bê…

Helbest:Berken Bereh
Mûzîk:Agît IŞIK

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.